Perwerde danûstandineke civakî ye di navbera mirovan de. Armanc ew e, ku kesê tê perwerdekirin (bi piranî zarok yan jî ciwan) ligor bingehên civakî yên erênî werin xwedîkirin û ji bandorên (tesîr) neyênî bên parastin. Perwerde tim kontrola rabûn û rûniştana kesan e, yên ku, di sîstêma civakî de bi awayekî misoger (parêzî) cihê xwe bigirin.
Ligor dîtina modêrn naveroka perwerdê him jî ew e, ku kesîtîyeke azad û serbixwe were vejandin yan jî afirandin.
Norm û nirxên perwerdê yên îdîyal tim di bin bandora demê de ne û tên guhertin. Karûbarên perwerdeke xwedî plan û armancên diyarkirî yê îdîyal jibo kesekî ciwan ew in, ku di ber her tishtî de, ligor taybetî û kanînên wî kesî derfetan amade bike, yên ku ji bo pêshveçûn û serketina wî pêwîst in. Ev prosêsa civakî, di nav malbatê û sîstêma dewletê, ya perwerdeyî de, pêktê û bandora hin faktorên hawîrdorî jî lê dibe. Encama perwerdê bi tenê ew nîne, ku kesan bike endamê civakê. Lêbelê yek encama wê ya giring jî ew e, ku kesan bike xwedî taybetîyên rexneyî û erênî jibo civakê.
More on [ Perwerde ]
Dibistana Kurdî - Dersên kurdî, rêziman, plan û pirtûkên dersê, Kurdistan, lîstok û hwd bi kurmancî û dimilî.
Kurdî Fêrbe - Ji bo ferbuna zimane kurdî, ser î le dibîstane kurdî.[sorani]
Kurmancîya Başur - Dersên kurmancîya başur, rêziman û pirtûkên ders.
Pirtûkxaneya Xanî - Nûçeyên bi blog ya pirtûkxaneya, Nexede, Kurdistana Îranê. [soranî]
Yekitiya Xwendevkarên Kurdistan (YXK) - Nûçeyên yekîtî, cîhê endamên portal, forum, beşa çand û ziman.